Li Diyarbekirê amadekariyên Cejna Qurbbanê berdewam in
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê amadekariyên Cejna Qurbanê berdewam in. Welatî jî ji bo ku cil û bergên nu bistînin berê xwe didin bazarê, lê ji bihayan bigilî ne. Esnafên Suka navdar a Diyarbekirê Suka Sakaryayê jî dibêjin qerebalixî heye lê firotin ne wek berê ye.
Di beriya cejnan de li Diyarbekirê welatiyên ku rewşa wan a darayî nebaş e, berê xwe didin deverên ku kelupelên wan erzan in. Yek ji van navendan jî suka navdar Sûka Sakaryayê ye ku li vê sukê 600 esnaf hene û dirêjiya wê jî 2 kîlometre ye ku bi hijmarek zêde welatî beriya cejnan berê xwe didin vê sûkê. Îsal jî di sûkê de qerebalixek berçav heye. lê esnafên vê caddeya navdar didin zanîn ku her çiqas çûnûhatina welatiyan zêde be û sûk tije xuya bike jî, ev yek xwe di fioştina cil û bergan de nade wek berê nîşan nade.
Esnaf Mehmet Karayil: “Tiştek tine ye, nava dikanan vala ye, qerebalixek heye lê nayêv dikanê, rewşa aboriyê ya welatiyan nebaş e, ji ber wê zêde danustan nabe, berê xwe didin cil û bergên ber derî ji ber ku hinek erzantirin.”
Welatiyên ku bi madekariyên cejnê berê xwe didin Suka Sakaryayê jî ji bihayên cil û bergan bi gilî ne û welatiyên li gel bihabunê danustanê dikin jî hene û welatiyên ji Sûka Sakaryayê ji ber bihabunê dest vale derdikevin jî hene.
Li Diyarbekirê Sûka Sakaryayê wek sûka erzan tê nasîn, lê welatiyên ku ji ber guncavbuna bihayan berê xwe didin vê sûkê ji bihayên bi gilî ne.