Yekîtiya Ewropayê derbarê grûpa Wagner de diaxive
Yekîtiya Ewropayê îro bi fermî helwesta xwe li ser grûpa Wagnerê ragihand.

Luksemburg (K24) – Yekîtiya Ewropayê îro bi fermî helwesta xwe li ser grûpa Wagnerê ragihand û eşkere kir ku Vladimir Putin ji aliyê serbazî û siyasî ve bi temamî têk çûye, ev jî piştî aloziyên navbera grûpa Wagner û artêşa Rûsyayê.
Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell îro beriya destpêkirina civîna wezîrên derve Ewropayê li Luksemburgê ji medyayan re got, ew tenê nîgeranê çekên atomî yên Rûsyayê ne, ku di egera rewşa necîgir de, dibe ku bikeve bin destê kesên tundrew û were bikaranîn.
Josep Borrell destnîşan kir, îro di civînê de biryar hatiye dayîn, zêdetirî 3 milyar Euro piştevaniya Ukraynayê were kirin li dijî Rûsyayê.
Civîna 27 wezîrên derve yên Ewropayê li welatê Luksemburgê birêve diçe û gotûbêj li ser çend dosyeyên navxweyî yên Ewropayê û cîhanê dikin.
.jpeg)
.jpeg)