Li Agirî di bûyereke trafîkê de 13 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê di encamê bûyereke çûnûhatinê de, 13 kes birîndar bûn.

Li navçeya Eleşgirdê, li ser rêya Agirî û Erziromê paseke rêwiyan û barhilgirekê lihev qelibîn. Di encamê de 13 kes birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan bo nexweşxaneyan hatin veguhestin. Li gorî agahiyan jî, rewşa tendirustiya ajokarê pasê û welatiyek giran e.