Li Elezîzê bi hêza 4.1 pile erdhej rû da

Li navçeya Sîvrîce ya ser bi parêzgeha Elezîzê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.1 rû da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Sîvrîce ya ser bi parêzgeha Elezîzê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.1 rû da.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Sîvrîce ya ser bi parêzgeha Elezîzê, bi hêza 4.1 pile erdhej qewimî.

AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 15:40 xulekan de û 4.99 kîlometre di bin erdê de rûdaye.