Çar welatiyên Herêma Kurdistanê ku li Îranê hatibûn zindanîkirin, hatin azadkirin
Hikûmeta Îranê çar welatiyên Herêma Kurdistanê ku zêdetirî salekê ye li Îranê hatine zindanîkirin, serbest berdan.
Hewlêr (K24) – Hikûmeta Îranê çar welatiyên Herêma Kurdistanê ku zêdetirî salekê ye li Îranê hatine zindanîkirin, serbest berdan û di Deriyê Sînorî yê Hacî Omeranê re radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Îro Sêşemê 27ê Hezîrana 2023an, çar welatiyên Herêma Kurdistanê piştî zêdetirî salek û du mehan zindanîkirina wan ji aliyê Hikûmeta Îranê ve hatin azadkirin û bi rêya Deriyê Sînorî yê Hacî Omeranê ve vegeriyan Herêma Kurdistanê û bi malbatên xwe şad bûn.
Azadkirina wan çar welatiyên Herêma Kurdistanê piştî hewlên berdewam ên Baregeha Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêmê bû, ku di dema borî de hewlên wan ji bo azadkirina wan berdewam bû.
Li ser vê mijarê, Rêveberê Giştî yê Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê yê li Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdullah Akreyî ragihand, piştî hewleke mezin a serkirdetiya Kurdistanê, ew welatî radestî Herêma Kurdistanê hatin kirin, ku beriya salekê û du mehan bi tometa siyasî ji aliyê Îranê ve hatibûn desteserkirin.
Beriya salekê û du mehan, sê birayan û mirovekî wan serdana Îranê kirin, wêneyeke wan a ligel serbazên Amerîkî ku di şerê dijî DAIŞê de kişandine, wek bihaneyek hatiye bikaranîn û hatine desteserkirin.