PAK: Bila ev cejn bibe destpêka aştî, aramî û demokrasîyê

Logoya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), wêne: K24
Logoya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), wêne: K24

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Qurbanê li hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir.

Daxuyaniya Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê:

Cejna Qurbanê li misilmanên Kurdistanê û li hemû misilmanên cîhanê pîroz be

Bi hêvî, bawerî û daxwaza ku Cejna Qurbanê ji gelê me û ji hemû mirovahîyê re bibe destpêka jiyaneke bitenduristî, birûmet û mirovane; bibe destpêka aşitî, aramî û demokrasîyê; bibe destpêka azadîya Kurdistanê, em Cejna Qurbanê ya misilmanên Kurdistanê û yên li derveyî welêt û cejna hemû misilmanên cîhanê pîroz dikin.