Li Êlihê 3 zarok winda bûn: Yek ji wan mirî hat dîtin
Li navçeya Sasonê ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, 3 zarok ketin nav ava çem û yek ji wan di nav avê de canê xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Sasonê ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, 3 zarok ketin nav ava çem û yek ji wan di nav avê de canê xwe ji dest da.
Li gor zanyariyan, li navçeya Sasonê ya Êlihê, 3 zarok di saet 23:00ê şevê de ketin nav ava çem.
Zarokên ku temenên wan di navbera 10 û 15 salî de ne, nekarîne ji nav avê derkevin û li ser agahdarkirinê, tîmên rizgarkirinê gihîştine cihê bûyerê.
Ji wan sê zarokên ku di avê de winda bûbûn, zarokê 11 salî yê bi navê Îsmaîl Algan di avê de mirî hat dîtin.
Her du zarokên din ên bi navên B.Ç. û K.A ku li gor texmînan ji tirsan reviyane, 70 kîlometre dûrî cihê bûyerê, sax hatin dîtin.