Di cejnê de gelek geştyaran serdana Tirkiyê kirine
Di Cejna Qurbanê de hem ji Ewrûpayê û hem jî ji welatên misliman geştyaran berê xwe dane Tirkiyê.
Stenbol (K24) - Di Cejna Qurbanê de hem ji Ewrûpayê û hem jî ji welatên misliman geştyaran berê xwe dane Tirkiyê. Li gorî daneyan di cejnê de ji sedî 19 serdana geştyaran bilind bûye, di 5 mehên destpêka sala 2023an de jî hejmara geştyaran çûye ser 6 milyon û 300 hezar kesî.
Li gorî amarên fermî yên Daîreya Geşt û Çanda Bajêr di 5 nehên sala 2023an de 6 miyon 300 hezar geştyar hatine Stenbolê. Di Cejna Qurbanê de jî li gorî sala par ji 19 zêdebûnek pêk hatiye û piraniya jûreyên otelên Stenbolê tijî bûne.
Welatiyê Filîstînî Baraa Qashou ji K24ê re diyar kir: "Em ji bo betlaneya Cejna Qurbanê hatin Stenbolê. Em ê 5 rojan li vir bimînin. Ji bo gerê li Stenbolê hertişt heye. Em ê biçin, Mizgefta Siltanehmed, Ayasofiya, Beşîktaş, Şîle, Agva û Sapancayê. Me ji bo xerca 5 rojan 700 dolar bûtçe çêkiriye."
Jina Filistînî Elaf Khalaf dibêje: "Ez yekem car hatim Tirkiyê û yekem car beyî malbata xwe bi serê xwe ji Filistînê derdikevim. Stenbol bajarê xweş e û geş e. Ez dixwazim kizkulesî û giravan bibînim."
Geştyarên ku ji Ewrûpayê tên jî dibêjin; kêmbûna nirxê lîre yê li beramber Euro ji bo wan fersendek e. Ew dikarin bi bûdçeyeke kêm li hemû Tirkiyê bigerin.
Welatiya li Ewrûpa Dijî Lorîn Polat ji K24ê re ragihand: "Ez ji Almanyayê hatim. Ji bajarê Meletî me. Ez çûme Karasu û Antalyayê û piranî jî li Stenbol geriyam. Aboriya Tirkiyê ji bo me baş e, lê ji bo Tirkiyê gelek xirab e. 1 Euro dike 28 lîre. Min bo 10 rojan 500 euro tenê xerc kir. Ji bo me baş e, lê ji bo Tirkan ne xweş e."
Ne tenê Stenbol, di heman demê de di 6 mehên destpêka sala 2023an de zêdetirî 5 milyon geştyarî berê xwe dane Antalyayê jî. Li gor amarên fermî ji bo Cejna Qurbanê tenê di 24ê Hezîranê de bi rêya balafiran 91 hezar geştyar derbasî Antalyayê bûne.
Bi hezaran geştyaran di Cejna Qurbanê berê dane Tirkiyê. Bi taybet ji bo karibin betlaneya xwe li Tirkiyê derbas bikin. Ji welatên Ewrûpayê Tirkên ku li wê derê dijîn heta bi welatên Ereban ji Filîstînê bigirin heta Erebîstana Siûdî û welatên din. Bi taybet ji bo ku lîreyê Tirkiyê erzantir bûye li gorî pereyên biyanî vê carê ji bo 5-10 rojan berê xwe dane Tirkiyê û herwiha betlaneya xwe ya Cejna Qurbanê li Tirkiyê derbas dikin.