Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê goştê qurbanê belav kir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê, li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê goştê qurbanê li welatiyan belav kir.

Efrîn, Rojavayê Kurdistanê
Efrîn, Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (K24) - Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê, li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê goştê qurbanê li welatiyan belav kir.

Di çarçoveya çalakiyên xwe yên bajarê Efrînê de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo her malbeteke Efrînî du kîlo goşt belav kir.

Endamê Desteya Kargêrî û Berpirsê Dosyeya Efrînê yê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Rewac Hacî ragihand, wan du sed qurban amade kirine û li ser 2 hezar malbatan dabeş dikin.

Rewac Hacî diyar kir ku ew li Efrînê ne û di pêşkêşkirina alîkariyan de ji bo xelkê Efrînê, berdewam in.