Serokwezîr Mesrûr Barzanî zêdetir ji yek milyar dînar ji bo cibicîkirina çend projeyan terxan kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Hewlêrê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî razemendî li ser terxankirina 1 milyar û 242 milyon û 941 hezar û 97 dînar ji bo cîbicîkirina cibicîkirina çend projeyên xizmetguzarî li gundê Zerwaw ya navçeya Ziraretî da.

Parêzgariya Hewlêrê di daxuyaniyekê de diyar kir, ev pere dê bi awayekî nextî û qonax li ser bûdceya geşepêdana parêzgeha Hewlêrê ji bo cîbicîkirina van projeyan were xerckirin:

- Qîrkirina kolana gundê Zerwaw

- Avakirina hewza gundê Zerwaw

- Çêkirina tora avê li gundê Zerwaw