Zêdetir ji 20 hezar kes beşdarî 5'emîn Festîvala Cîlo bûn
Diyarbekir (K24) – Festîvala Çand û Hunerî ya Cîlo ku ji aliyê Parêzgariya Colemêrgê ve hat birêvebirin bi dîmenên rengîn bi dawî bû. Lêbelê welatiyên ku bixwazin dikarin bi destûra parêzgariyê piştî festîvalê jî serdana Gola Satê û Çiyayê Cîlo bikin. Li gorî ragihandina parêzgariya Colemêrgê zêdetirî 20 hezar kes beşdarî festîvalê bûn. Welatiyan gotin; ku bi demên bêhempa dilê wan geş bû.
Ev der Gola Satê û Çiyayê Cîlo ye ku warê Cembeliyê Kurê Mîrê Hekariya û Binevşa Narîn e. Hema bêje hemû erdnîgariya Hekkariya ji çiyayan pêk tê. Li ser çiya û zozan û li ber golên vî bajarê qedîm 5emîn Festîvala Cîlo birêve çû. Festîval di duyemîn roj de bi dîmenên rengîn bi dawî bû. Welatiyan li ber stranên kurdî li ser berfa Gola Satê ku xwedî bilindahiyeke 3 hezar û 400 metre ye govend gerandin.
Welatiyên ku yekem car bû serdana Gola Satê û Çiya Cîlo dikirin gotin ku wan ev dîmenên bêhempa tenê di wêne û vîdeoyan de dîtibûn lê bi derfeta festîvalê, wan jî karîn bi çavên xwe bibînin û lê bigerin.
Welatî Perîşan Eren: “Em ji Rûbarokê hatine vir. Me dixwest ku em vir bibinin. Me dît ku ev der gelekê xweş e. Em bi seferî hatine û ev e du roj in em li vir. Em ji bo dîtinê û ji bo keyfxweşiyê hatine.”
Welatî Beşîr Eren: “Me berê ev der tenê li ser înternetê dîtibû. Heval û xizmên me dîmenên vir belav dikirin û digotin ev der ne Swîsre ye; ev der Hekarî ye. Em jî li ser van gotinan hatin bir. Me ev der gelek xweş dît. Em ê dubare, sêbare jî werin vir îşile.”
Ev jî Sûlava Çiyayê Reşko ye ku diherîke ser Gola Satê. Welatiyan ku hatin ber Sûlavê dîmen tomarkirin û li ser berfê xwe kaş kirin. Ev der bilind e û hê jî li ser van çiyayan berf heye. Ji aliyekê ve jî roj gerim e. Ji ber vê yekê welatiyan di rojekê de demên cuda yên salê bi hev re jiyan.
Welatî Denîz Tekîn: “Ez li Stenbol dixebitim. Me got em biçin Geverê hem cejna xwe bikin û hem jî beşdarî festîvalê bibin. Ev der jî ciheke gelek xweş e. Em bi malbata xwe re hatine vir û em gelek bextewar in.”
Welatî Rênas Aktaş: “Em hatibûn cejnê. Lê ev festîval jî ji me re bu cejin. Em du cejnana bi hev re dijîn. Em xelkê Kurd û Kurdistanê em li vir gihiştin hev û me keyfa xwe kir. Mala wan kesên ku ev festîval sazkirine ava be.”
Ji ber festîvalê parêzgariya Colemêrgê rê da ku kesên bixwazin bi şev jî li vir bimînin. Piştî festîvalê welatî dikarin tenê bi roj serdana Gola Satê û Çiyayê Cîlo bikin lêbelê mayîna bi şev qedexe ye.
Ji %90ê erdnîgariya Colemêrgê ji çiyayan pêk tê. Di nava van çiyayan de yan sûleveke avê heye, yan keviyeke berfê an jî gul û gulçîçek hene. Bi saya vê festîvalê bi hezaran welatî hatin û ev dîmenên bêhempa dît in.