Zaxo.. Ji ber rewşa ewlehiyê hejmara geştiyaran kêm bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Geştûguzariya Zaxoyê dibêje, wan çaverê dikir ku nêzîkî 70 hezar geştiyar di rojên cejnê de serdana cihên geştiyarî yên Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bikin, lê pêşbîniya wan rast derneket, sedema wê jî bo rewşa ewlehiyê vegerand.

Rêveberê Giştî yê Geştûguzariya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Çiya Emîn îro 3ê Tîrmehê hejmara geştyarên ku di rojên cejna Qurbanê de ji başûr û naverasta Iraqê serdana Zaxoyê kirine eşkere kir.

Çiya Emîn got, dihat pêşbînîkirin ku di rojên cejnê de zêdetir ji 70 hezar geştyar ji başûr û naverasta Iraqê serdana cihên geştyariyê yên Zaxoyê bikin, lê tenê 54 hezar û 234 geştyaran serdana wan cihan kirine.

Li gorî Çiya Emîn, ji ber rewşa ewlehiyê ya li navçeyên sînorî, hejmara geştiyaran li gorî salên borî kêm bûye.

Herwiha tekez kir, werzê geştûguzariyê li îdareya Serbixwe ya Zaxoyê dê piştî Cejna Qurbanê dest pê bike û ew kar li ser wê yekê dikin ku geştyar serdana hemû cihên geştyariyê bikin.

Li gorî amarên fermî yên Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariyê, hejmara geştyarên ku di cejnên cejna Qurbanê de serdana navçeyên geştiyariyê yên Herêma Kurdistanê kirine, wiha bû:

- Parêzgeha Hewlêrê: Nêzîkî 144 hezar geştyar

- Parêzgeha Silêmaniyê: 113 hezar geştiyar

- Parêzgeha Duhokê: 96 hezar geştyar

- Parêzgeha Helebce: 100 hezar geştyar

- Devera Soran: zêdetir ji 134 hezar geştyar

- Devera Zaxo: 54 hezar geştyar

- Devera Germiyanê: 15 hezar û 899 geştyar