Li Tirkiyê kirêya avahiyan bûye qeyran
Stenbol (K24) – Li Stenbolê gelek kirêcî ji ber zamma zêde ya di ser ji sedî 100 bi gilî û gazind in. Xwediyê milkan ji kirêciyan nerazîne, kirêcî jî ji xwediyê xaniyan. Bi hezaran doz li dadgehan li ser hev kom bûne û li bendeyî çareyekê ne.
Ji ber bihabûna kirêya avahiyan li Tirkiyê kêşeyeke civakî rû daye. Hikûmetê ji bo pêşîlêgirtina vê kêşeyê bi awayekî yasayî qedexe kir ku ji sedî 25an zêdetir zam li kirêya avahiyan neye kirin. Li ser vê babetê kirêcî ji xwediyê xaniyan xwediyê xaniyan jî ji kirêciyan bi gilî û gazind in. Xwediyê avahiyeke li Stenbolê ji bo Kurdistan 24ê axivî û diyar kir, kirêciyê wî kirêciyekî din kireye şîrêke xwe di nava malê de û ji avahiyê dernakeve û kirê jî zêde nake. Ew jî neçar e ku vî kirêcîyî derxe ji avahiyê.
Xwediyê Avahiyê Vahap Çakil: “Kirêciyê min gefan li min dixwe û dibêje; ez bixwazim dikarim heta 10 salan jî ji vê vahiyê dernekevim. Kirêcî pişta xwe dide hikûmetê û yasayên ku hatine karîgerkirin. Ew yasa mafên me naparêze. Li vê herêmê kirê 10 hezar lîre ye, lê ez 4 hezar 500 lîreyan jê distînim. Zammê jî li gorî serê xwe dike. Kiraciyê, kiraciyê min heye di nava malê de. Ev yek nayê qebûlkirin. Loma ez dixwazim ji xaniyê min derkeve.”
Li gorî xwediyê emlakan jî xwediyê xaniyan zilmeke mezin li kirêciya dikin. Di nava salekê de ew dibînin ku ji sedî 200 li kirêya kirêciyan zêdebûnekê pêk tînin. Bi rêya navbeykaran yanî parêzeran ev mesele hal nabe. Divê dewlet bixwe venêrînê bike dema neke wê rewşeke kaotîk derkeve holê.
Xwediyê Ofîsa Emlak ya DNZ Denîz Erol: “Em dibin şahidê wê yekê ku xwediyê xanî û kirêcî bi hev dikevin, diçin qerekolê û dozê li hev vedilkin. Barê kirêciyan giran e, li vir avahiyeke 2 jûre û salonek bi 12 hezar lîreyan e. Kirêcî 11 hezar mûçe werdgire wê çawa bide vê kiriyê. Bi ser de kirêcî diçe heqê emlaqê û 2-3 meh jî kirêya debozît deyn dike. Lê piştî 2 meh xwediyê xanî doza zêdekirina kirê dike ev jî dibe sedem ku li dijî hev dozê vekin.”
Ji meha Îlona 2023an pêve hikûmeta Tirkiyê dixwaze bi rêya yasaya navbeykar çareyekê ji vê qeyranê re bibîne. Li gorî amaran ji sedî 42 serjimara Tirkiyê kirêcî ji sedî 58ê wê jî xwediyê xaniye.