Li Hewlêrê sê golên avê yên nû tên çêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ragihandina Parêzgeha Hewlêrê ragihand, dê sê golên nû yên avê li Hewlêrê bên çêkirin û ev proje jî dê bandoreke mezin li ser bajarê Hewlêrê çêbike.
Ragihandina Parêzgeha Hewlêrê îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Li Hewlêrê kar li ser projeya dirustkirina sê golan (deryaçe) tê kirin, ev proje hatiye pêşkêşkirin û hemû amadekarî hatine kirin û ji bo lêkolîn û biryardanê bo Serokatiya Encûmena Wezîran hatiye şandin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di van salên borî de plana dirustkirina sê golên Hewlêrê hebû û niha ev proje li ber dest e û ji bo cîbicîkirin, pêdaçûn tê de hatiye kirin û ji bo biryar li ser bê dayîn, ji bo Encûmena Wezîran hatiye şandin.
Diyar kir jî, “Di projeyê de, sê golên mezin tên dirustkirin û biryar e ava çemê Zêyê Mezin yan jî av ji bendava Bestore jê re were dabînkirin. Bi cîbicîkirina vê projeyê dê bandoreke mezin li ser bajarê Hewlêrê bike.”
Her wiha da zanîn, “Ji bilî vê projeyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ku zêdetir ji 20 golên din li parêzgeha Hewlêrê çêbike, ku 7 gol ji wan di warê cîbicîkirinê de ne.”