Li Tel Avîvê otomobîlekê li welatiyan da: 7 kes birîndar bûn

Li bajarê Tel Avîvê yê paytexta Îsraîlê, otomobîlekê li hejmarek welatiyan da û di encamê de herî kêm 7 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Tel Avîvê yê paytexta Îsraîlê, otomobîlekê li hejmarek welatiyan da û di encamê de herî kêm 7 kes birîndar bûn.

Li ser mijarê medyaya Îsraîlê ragihandiye, êrîş li bakurê bajarê Tel Avîvê ji aliyê xortekî temen 23 salî yê Filistînî ve hatiye encamdan.

Medyaya Îsraîlê eşkere kiriye, xortê Filistînî piştî ku bi otomobîlê li ser cadeyekê bi otomobîla xwe li hejmarek welatiyan daye, daketiye û bi kêrê jî êrîş kiriye ser kesekî û ew birîndar kiriye.

Li hember vê, Berdevkê Tevgera Hemasê Hazim Qasim diyar kir, êrîşa Tel Avîvê yekem bersiva eniya berevaniya Filistînê ya li dijî tawanên Îsraîlê yên li bajarê Cinînê yê perava rojava ye.

Fly Erbil Advertisment