Zêdetir ji 7 milyar dînar ji bo baştirkirina elektrîkê li Şawês û Behrikê tê xerckirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistana zêdetir ji heft milyar dînar ji bo baştirkirina elektrîkê li navçeya Behrikê û navçeya Şawês û derdora wê xerc dike.
Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de cibicîkirina projeyekê bi zêdetir ji heft milyar dînar li navçeya Behirkê û navçeya Şawês û derdora wê, ragihand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, bi cîbicîkirina wê projeyê, sîstema kar û gihandina elektirîkê bo Şawês, Behirkê û navçeyên derdora wan dê baştir bibe.
Ev proje ji aliyê kompaniya Hêro ve bi bihayê heft milyar û 220 milyon dînar tê cîbicîkirin. Proje dê 165 rojan bidome û dê pirsgirêka bargiraniyê çareser bike, sîstema xebitandinê baştir bike.