Kurdistan24 li Threads: Li vir jî me bişopînin

Saziya Kurdistan24ê bo Lêkolîn û Ragihandinê li tora civakî ya Threads rûpela xwe ya fermî dirust kir û wek platform û torên din ên civakî, nûçe û berhemên xwe yên medyayî belav dike.

Hewlêr (K24) – Saziya Kurdistan24ê bo Lêkolîn û Ragihandinê li tora civakî ya Threads rûpela xwe ya fermî dirust kir û wek platform û torên din ên civakî, nûçe û berhemên xwe yên medyayî belav dike.

Threads ji aliyê kompaniya Meta ve hat dirustkirin û li gor gotina Serokê Kompaniya Meta Mark Zuckerberg, di heft demjimêrên destpêkê yên aktîvkirina aplîkasyona Threadsê de, 7 milyon hesab tê de hatine dirustkirin.

Niha jî Kurdistan24 wek beşek ji medyayên navxweyî û cîhanî, rûpela xwe ya taybet li vê tora civakî vekir û berhemên xwe tê de balav dike.

Eger hesabê we yê Threads heye, hûn dikarin li vê derê me bişopînin

Dîjîtal Medyaya Kurdistan24ê ji bilî Threads, li platformên dîjîtal ên wek Facebook, Instagram, Twitter, YouTube, Telegram û Viber, rûpelên xwe yên fermî hene û li her yek ji wan platforman hejmareke berçav a şopînerên xwe hene.

Saziya Kurdistan24 bo Lêkolîn û Ragihandinê navendeke medyayê ye, bi awayekî bêalî û pîşeyî, berhemên medyayî bi awayekî profesyonel pêşkêşî temaşevan û guhdar û xwendevanan dike.