Li Erzinganê mînîbusek wergeriya: 4 mirî û 10 birîndar

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke hatûçûnê de 4 kesan jiyana xwe jidest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Îro li ser rêya Erzingan-Sêwasê mînîbusek wergeriya. Di qezayê de 4 kesan canê xwe jidest dan û 10 kes jî birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneya Erzinganê hatin rakirin.

Kesên di mînîbusê de bûn li Stenbolê li şahiya merivekî xwe bûn û di dema vedigeriyan Erziromê minibus bi wan de wergeriya.