Kabîneya Nehem bi nêrîna nivîskar û rojnamevanên ereb
Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek rojnamevan, nivîskar û şarezayên siyasî yên ereb û iraqî nêrînên xwe li ser Kabîneya Nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Mesrûr Barzanî tînin ziman, behsa serkeftinên Mesrûr Barzanî di birêvebirina kabîneyê de dikin û di wê baweriyê de ne ku serkeftinên wî gelek in û hêjayî wî yekê ne ku bi giringî bêne behskirin û bilind bên nirxandin.
Nivîskar û şirovekarê iraqî Elî Beyder di gotareke rojnamevanî de ku li ser malpera “Whitehouse In Arabic“ bi sernavê "Hikûmeta Mesrûr Barzanî.. Serkeftina Destkeftan Bi Ser Kêşeyan” de weşandiye, amaje bi wê yekê dike ku serkeftinên kabîneya nehan li ser pêşbîniyên kesên ku gelek geşbîn in, bi şêweyekê ku ew serkeftinên ku di kabîneyê de hatine bidestxistin, serkeftina herî giran bûn li ser asta Iraq, navçe û heta civaka navdewletî jî.
Her wiha got: “Jîngeha siyasî ya Iraqê ji bo serxistina her ezmûnekê ku rûbirûyê hemû kêşeyên dijwar bibe jî, ne guncaw bû. Ligel rewşa gelekî alozî û helwestên siyasî yên ku li derveyî berjewendiya vê hikûmetê ne, ku ti carî nebû alîkar bo serkeftina Kabîneya Nehem.”
Beyder got, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya proseya hikûmetê de, mîrata malbata xwe ya dêrîn û resen diparêze, ev mîrat wê yekê jê dixwaze ku di pêgeh û berpirsyarî û hikûmeta xwe de gelek serkeftinên berçav bi dest bixe.
Ev nivîskar û şirovekarê Îraqî got ku di navbera 10ê Tîrmehê 2019an û 10ê Tîrmeha 2023an de, ku çar salên Kabîneya Nehemîn e, ji qonax û çîroka serketina vê kabîneya hikûmetê pêk hatiybû ku karibû ji destpêkê ve rûbirûyê kêşeyên aborî bibe, ku di nav wan de deynên zêdetir ji 30 milyar dolaran û têkiliyên aloz ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de yên li ser mijarên siyasî yên girêdayî siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê hebûn. Ji bilî belavbûna vîrusa koronayê, pirsgirêk û nakokiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji aliyekî ve û kêşe û nakokiyên di navbera opozîsyona Kurdistanê de ji aliyê din ve, tevî pirsgirêk û qeyranên din ên wekî birîna pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê ji aliyê hikûmeta federal ve. Beyder di wê baweriyê de ye ku îrade û vîna Mesrûr Barzanî du faktorên sereke bûn ji bo derbaskirina van hemû kêşe û pirsgirêkan.
Beyder di wê baweriyê de ye ku bi saya siyaseta bihêz ya ku Mesrûr Barzanî di heyama kabîneya xwe de peyrew kiriye, niha Herêma Kurdistanê bûye westgeheke sereke ji bo pêşketin û geşepêdana di hemû warên siyasî, aborî, perwerdeyî, çandî û werzişî û mirovî de, heta wê astê ku Herêma Kurdistanê bûye mînakeke pir serkeftî ya pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên netewî, olî û mezhebî.
Her wiha nivîskarekî din ê ereb Seyf Şems di gotara xwe ya bi sernavê “Hikûmeta Mesrûr Barzanî di Rûbirûyê Kêşeyan de” ku di malpera “Guardian” de hatiye weşandin, tekez dike ku “bi saya kesayetiya bihêz a Mesrûr Barzanî û şiyana wî ya rûbirûbûna kêşeyan, hikûmeta wî karî li ser lingan bisekine û li ser karên xwe berdewam be.”
Her wiha got: “Mesrûr Barzanî bi hikmet û bi hêz serkirdayetiya hikûmetê kir û eger kesekî din yê siyasî yê Kurd di cihê wî de bûya, dikaribû ev hikûmet rastî zehmetiyên mezintir bihata û hilweşiya.
Nivîskarê Îraqî di wê baweriyê de ye ku ev hemû ji encama wê yekê hatine ku Mesrûr Barzanî kurê şoreşê bû û ji zarokatiya xwe ve weke Pêşmerge li gelî û çiyayan şer kiriye.
Tekez dike ku “bêyî kesayetiya bihêz a Mesrûr Barzanî û şiyana wî ya çareserkirina kêşeyan û bidestxistina aramiyê, hilweşîn dê bibe senaryoyek muhtemel ji bo hikûmeta wî.”
Seyf Şems di wê baweriyê de ye ku ew deynê mezin yê ku ketibû ser Herêma Kurdistanê yek ji girngtirîn kêşeyên li pêşiya Kabîneya Neham bû, bi awayekî hebûna hemû van deynan metirsiyê li ser aramiya Herêma Kurdistanê dirust dikir. Ji ber vê yekê, kabîneya Mesrûr Barzanî tekezî li ser kêmkirina qebareya deynan kir, ku ew deyn ji 32 milyar dolaran bo 28 milyon dolaran hat kêmkirin û bi vî awayî hevsengiya rast ji bo dayîna mûçeyên karmendan bi dest xist.
Çar sal di ser pêkanîna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî re derbas bûn, tevî gelek astengiyan, lê Encûmena Wezîran karê xwe yê çar salan bi serkeftî temam kir û çalakiyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û kabîneya wî bûn cihê balkêşiya medyakarên ereb, ji vê rewangehê ve jî wan nêrînên xwe anîne ziman û nirxandineke zanistî û realîst li ser vê kabîne û Serokwezîr kirin.