Perwerde di Kabîneya Nehem de: Stratejî û pêşîneya karan
Navenda Nûçeyan (K24) – Sektora perwerdeyê di heyama çar salên borî de, beşeke girîng ji xizmet û karên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk aniye û li gorî bernameya kar û xebatên Encûmena Wezîran, çendîn kar û planên stratejîk ketine warê cîbicîkirinê.
Di warê jêrxana perwerdeyê de, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi bûdceya terxankirî û bi hevahengî û handana sektora taybet, zêdetirî 80 baxçeyên zarokan û dibistan ava kirine û niha kar di zêdetir ji 10 dibistanên din de berdewam e û di demeke nêzîk de bidawî dibin.
Her wiha zêdetir ji hezar û 300 avahiyên baxçeyên zarokan û dibistanan hatine nûjenkirin û 238 polên nû li dibistanan hatine çêkirin, heta dawiya îsal jî karên ji bo temamkirina 167 jûrên nû temam dibe.
Li ser asta rahênana mamosteyan, stratejiyek heft-salî ji bo rahênana mamosteyan (2023-2030) hate danîn, ku dê ji Îlona îsal ve were cîbicîkirin, ji bo pêşxistina karîna mamosteyên sektora giştî, ku dê bandorê li proseya perwerdeyê û kalîteya xwendin û hînkirinê bike.
Di heman demê de, danîna bernameyên nû û pêdaçûna bernameyan, beşeke din ji hewlên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ji bo zêdetir pêşdebirina asta zanistî û nûjenkirina bernameya xwendinê bi zanist û zanyariyên nûjen ku heya niha pêdaçûn di 40 bernameyên xwendinê hatine û kar li ser 35 bernameyên din jî tê kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dîjîtalkirina karûbarên Wezareta Perwerdeyê de pêşkeftineke baş bi dest xistiye û di Kabîneya Nehem de hemû karûbarên sektora perwerdeyê hatin dîjîtalîkirin, wek daneyên dibistanan, mamoste, xwendekar, embar, kelûpel, danîna platforma rahênanê, waneyên elektronîk, jimêryarî, xercî û dahat û gelek warên din.
Li ser kalîteya xwendinê, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pêşniyar û daxwaza Serokwezîr Mesrûr Barzanî, komîteyek pêbaweriyê ava kir û tê de pîvanên guncaw ji bo proseya xwendinê û bernameya xwendinê li Herêma Kurdistanê danî.
Ligel wê jî, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema belavbûna vîrusa koronayê de, ji ber karantîn û girtina hemû saziyên xwendinê, bi awayekî serketî xwendina serhêl (online) berdewam kir û ti saleke xwendinê jî winda nekir.