Kabîneya nehem.. Dîplomasiyeke xurt û berfirehkirina pêwendiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Xurtkirin û niştimanîkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî, yek ji karên pêşîne yên Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, bi şêweyekê ku ligel destbikarbûnê, Kabîneya Nehan li pêş bi erkekî mezin bû ji bo cîbicîkirina vê beşa karnameya hikûmetê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di şert û mercên herî dijwar de karî xwendinek rast bo pêwendiyên navdewletî û herêmî bike, piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017an bi îradeyeke xurt ber bi pêşxistina pêwendiyên navdewletî ve çû.
Di çar salên borî de, Serokwezîr bi xwe hezar û 257 hevdîtin, pêşwazîkirin û pêwendî ligel serokomar, serokwezîr, balyoz, konsul, nûner û şandên biyanî pêk anîne. Zêdetirî 1500 civîn û serdan bi rêya Fermangeha Pêwendiyên Derve hatine kirin.
Di dirêjahiya temenê Kabîneya Nehem de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî 183 hevdîtin bi serkirdeyên cîhanê re kir, ji wan serok, serokwezîr û cîgirên wan. Her wiha 764 caran bi wezîrên derve, balyoz, konsul, nûner û şandeyan re hevdîtin pêk aniye û 67 telefon û name ji serkirdeyên cîhanê wergirtine.
Di heyama Kabîneya Nehem de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî 27 kongreyên rojnamevanî û civînên medyayî li dar xistin û serpereştiya 216 civînên fermî yên Encûmena Wezîran kir, ku tê de çendîn biryar û pêşniyar hatin girtin.
Giringtirîn serdanên navdewletî bo Herêma Kurdistanê û civîna ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Sala 2021ê Papayê Vatîkan Papa Francis û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron serdana Hewlêrê kiribûn û bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtin kiribûn.
Roja 18.05.2022an Wezîrê Dadê yê Hollandayê serdana Herêma Kurdistanê kir û li Hewlêrê ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Roja 18.10.2022an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel konsul, nûner û dîplomatên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê civiya.
Roja 29.11.2022an Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê HoLlandayê kir.
Roja 10.12.2022an Seroka Macarîstanê Katalin Novak serdana Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Roja 23.12.2023an li bajarê Hewlêrê Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokwezîrê Îtalya Giorgio Miloni kir.
Roja 01.03.2023, Serokwezîr pêşwazî li Wezîrê Derve yê Brîtanya û Balyozê Rûsyayê li Iraqê kir.
Roja 02.03.2023an Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres serdana Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Roja 07.03.2023an Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya. Her di heman rojê de Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Banka Cîhanî kir.
Roja 08.03.2023, çendîn şandên welatên biyanî serdana Herêma Kurdistanê kirin û ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyan, ji wan Wezîrê Derve yê Almanya, şandeke Parlamentoya Ewropayê, Rêveberê Giştî yê UNESCO, Balyozê Îtalya li Iraqê û Serokê Encûmena Dadwerî ya Iraqê.
Roja 18.03.2023an, bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 40 balyoz û nûnerên 83 welatan li Çiyayê Korekê merasîma pîrozbahiya Adar, Newroz û Sersala Kurdî hat lidarxistin.