Bendava Xinisê warê çandinî û ajeldariya navçeyê vedijîne
Bendava Xinisê ku di serdema Kabîneya Nehem de hatiye dirustkirin, yek ji wan projeyên girîng e ku kar li ser vejandina sektora çandinî û ajeldariya navçeyê dike.
Duhok (K24) – Bendava Xinisê ku di serdema Kabîneya Nehem de hatiye dirustkirin, yek ji wan projeyên girîng e ku kar li ser vejandina sektora çandinî û ajeldariya navçeyê dike û cotkarên wê navçeyê kêfxweş in bi çêkirina vê bendavê û hêviya wan ew e ku tirsa kêmbûna avê di demsala havînê de nemîne, da ku bikarin çandinî û ajeldariyê encam bidin.
Beşek ji wan cotkarên wê navçeyê behsa wê yekê dikin ku dema 10 sal in li wê deverê çandiniyê dikin, lê belê tevî wê yekê ji ber kêmbûna avê di demsala zivistanê de û ji ber hişkesaliyê, kêşe ji bo karê wan dirust dibû, lê belê îsal ji ber çêkirina Bendava Xinisê, li benda wê yekê ne ku berhem û dahatên wan zêdetir bibe.
Cotkarek ku birinc diçîne, behsa wê yekê dike ku berevajî salên borî, îsal ji ber ku zeviyê wî nêzîkî Bendava Xinisê ye, bêyî tirs birinc li zeviyê xwe çandiye û kêfxweş e ku dikare avdaniyê bike û li bendê ye ku berhemeke baş û qezenceke baş bike.
Rêveberê Bendava Xinisê Ferhad Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand, di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de girîngiyeke mezin bi dirustkirina bendavan hatiye dayîn, da ku bibe alîkar ji bo rûbirûbûna kêmbûna avê û hişkesaliyê.
Bendava Xinisê ku dikeve sînorê bajarokê Etrûşê û îsal dest bi depokirina avê kiriye, di serdema Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi çêkirinê hatiye kirin, herwiha şiyana wê ya depokirina heft milyon metre sêca av heye.