Guhdar Şêxo: Di Kabîneya Nehem de zêdetirî 200 projeyên cuda li Zaxoyê hatin cîbicîkirin
Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê di 20ê Îlona 2021ê de hat damezrandin û di heyama du salên temenê xwe de, çend pirojeyên girîng yên demkurt û demdirêj ji aliyê rêveberiyê ve ji bo xizmetkirina welatiyan û herêmê bi piştevaniya rasterast ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatine cîbicîkirin.
Hewlêr (K24) – Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê di 20ê Îlona 2021ê de hat damezrandin û di heyama du salên temenê xwe de, çend pirojeyên girîng yên demkurt û demdirêj ji aliyê rêveberiyê ve ji bo xizmetkirina welatiyan û herêmê bi piştevaniya rasterast ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatine cîbicîkirin.
Bi giştî zêdetirî 170 proje di warên cûrbicûr de bi bihayê dused milyar dolar hatine cîbicîkirin û ev proje rasterast bi jiyana rojane ya xelkê ve girêdayî ne û li hember cîbicîkirina van projeyan welatî kêfxweş in û pesnê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê didin.
Guhdar Şêxo diyar kir, ku biryara birêvebirina Zaxoyê biryareke dîrokî ye û ji aliyê Serok Barzanî ve ji bo xelkê navçeyê hatibû dayîn û piştre jî ji aliyê Kabîneya Nehem û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat cîbicîkirin û ji wê demê ve Zaxoyê gelek pêşketin di xwe de dîtiye.
Herwiha Guhdar Şêxo tekez kir ku di dema karkirina xwe de wek Rêveberê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, wan çend projeyên girîng ji bo xizmetkirina Zaxo û niştecihên wê pêk anîne, bi taybetî ku Serokwezîr bi xwe tekezî li ser vê yekê kiriye û divê proje bi jiyana xelkê re têkildar bin.
Şêxo eşkere kir, di heyama çar salên Kabîneya Nehem de, zêdetir ji 200 projeyên cuda li Zaxoyê hatine cîbicîkirin, lê piştî ku Zaxo bû rêveberiyeke serbixwe, zêdetir ji 170 projeyên cuda di hemû sektorên cuda yên girêdayî de hatine cîbicîkirin.
Herwiha bal kişand ser wê yekê ku avakirina rêveberiyeke serbixwe ya Zaxoyê karekî hêsan nebû, bi taybetî di warê îdarî de ku diviyabû hemû rêveberî û ofîs bên vekirin û karmend û avahî û pêdiviyên din ji wan re bên dabînkirin yan jî ji bo wê werin amadekirin.
Derbarê xizmetguzariyên tendirustiyê de jî got, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî zêdetirî pênc milyar dolar hatiye terxankirin, bi taybetî ji bo nûjenkirin û avakirina navendên pêwîst, ji wan nexweşxaneyên hawarçûnê û nexweşxaneyeke din a zarokan û di demeke nêzîk de nexweşxaneyeke din tê avakirin li bajarokê Batîfa û ji aliyê Serokwezîr ve zêdetir ji pênc milyar dînar bo wê terxan kiriye.
Derbarê sektora geştiyariyê li Zaxoyê, Guhdar Şêxo got ku wan planeke stratejîk ji bo pêşxistina geştiyariyê amade kiriye û çend projeyên stratejîk jî dest pê kirine.
Derbarê bazirganiyê de, ji ber ku Zaxo navçeyeke sînorî ye di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, Serperiştiyarê Rêveberiya Xweser a Zaxoyê got ku çend navçeyên bazirganî li ser sînor hatine avakirin û gelek derfetên kar ji xelkê navçeyê û xelkên din re çêdike. Ev yek bûye sedema kêmbûna rêjeya bêkariyê li navçeyê, herî kêm di sal û nîvekê de li navçeyê zêdetirî 5 hezar derfetên kar hatine pêkanîn.