Bi berhemên çandiniya Diyarbekir xwarinên cawaz hatin çêkirin
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekir berhemên qada çandiniyê bi destên aşpêjên navdar di xwarinên cawaz de hatin bikaranîn û dîmenên rengîn û tamên xweş derketin holê ku ev yek bo danasîna gastronomiya Diyarbekir wek gavek girîng hat nirxandin.
Li Diyarbekir ji aliyê Navenda Gastronomya Diyarbekir ve ku girêdayî Jura Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir e çalakiyek rengîn hat li darxistin. Aşpêjên navdar ên jêhatî hatin Diyarbekir û bi berhemên navdar ên çandiniya Diyarbekir ên wek Birincê Qerejdaxê, Nîska Diyarbekir, Simaqa Diyarbekir, Rîhan û Penêrê Kezî xwarinên cawaz çêkirin. Aşpêjên navdar ên hatîn Diyarbekir jî amaje kirin ku ji xwe pêjgeha Diyarbekir bin av û deng e ku bi çalakiyên wisa jî Diyarbekir balê dikêşe ser dewlemendiyên xwe ku sudeke girîng dide Diyarbekir.
Aşpêj Hazer Amanî: “Gastronomiya Mezopotamyayê ji xwe gelek dewlemend e û di nava vê dewlemendiyê de xwarinên Diyarbekir xwedî ciheke cawaz in. Min jî bi berhemên ji axa Diyarbekir hatine bidestxistin xwarin çêkir. Ji bo min hêsteke teybet e ku li Diyarbekirê me. Diyarbekir bi xwarinên xwe navdar e û her ku diçe navdartir dibe û xwarinên wê tên nasîn.”
Navenda Gastronomiya Diyarbekir bin banê Jura Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir de wek dibistanek a aşpêjiyê xizmetê dide û mamsoteyên vê dibistanê jî didin zanîn ku hem xwarinên Diyarbekir ên hatine jibîrkirin derdixin holê hem jî xwendekaran digihînin da ku nifşên jî haydar bin û bo vê yekê jî aşpêjên navdar tînin Diyarbekir ku hem fêr bibin û hem bidin fêrkirin.
Mamostey Aşpêjiyê Ayla Polat: “Em li vê derê çêkirina xwarinên dîrokî yên navdar fêrî xwendekaran dikin. Ew xwarinên ku bapîr û dapîrên me çêdikirin bila neyên jibîrkirin. Armanca me ev e. Çanda me û xwarinên me gelek dewlemend in. Em dixwazin vê yekê bidin nîşan.”
Di warê çandiniyê de axa Mezopotamyayê wek axa zêrîn tê pênasekirin ku berhemên Diyarbekir ên ji axa zêrîn hatine bidestxistin jî bi destên aşpêjên navdar ên ji deverên cuda hatine jî tên pêşandan.”