160 hektar daristana Mîlasa Muglayê şewitî
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye di şewata Mîlasa Muglayê de, 160 hektar daristan şewitî. Li gor zanyariyan şewat ji ber paşmaya cigareyê derketiye.
Şewata Daristanên Mîlasê piştî heft demjimêran bi beşdariya hejmarek firoke û helîkopter û sedan karmendan hate vemirandin.
Hat ragihandin, di şewatê de 160 hektar daristan bi temamî bû xwelî.
Piştî lêkolînên hêzên ewlekariyê, derket holê ku şewat ji ber paşmaya cigare ya tenişt cadeyê derketiye.
Ji bo desteserkirina tometbaran lêpirsîn hate destpêkirin.