Li 13 gundên Wêranşarê pirsgirêka elektrîkê heye û welatî banga çareseriyê dikin
Diyarbekir (K24) – Li gundên Wêranşara Ruhayê demek e elektrîk tê birrîn û ev yek cotkarên li wê herêmê dijîn jî dixe tengasiyê. Cotkaran her çiqas li ser vê mijarê çalakiyên rêgirtinê li dar xistibin jî hem hatine binçavkirin û hem jî pirsgirêka wan çareser nebûye.
Li gundên ku girêdayî navçeya Wêranşara Ruhayê ne cotkar êdî hatine wê astê ku nikarin çandiniyê bikin û li aliyekê jiyana xwe ya rojane de ketine tengasiyê û li aliyekê jî bin metirsiyê de ne ku keda wan hewante biçe. Cotkarên herêmê didin zanîn ku saziya belavkirina elektrîkê xercenîşên zêde bo wan dinivîsin û ji ber ku ji wan nayê deynê xwe razînin jî elektrîka wan tê qutkirin ku her çiqas bo dengê xwe bigihînin rayedaran çalakiya rêgirtinê kiribin jî hem beşek ji wan hatine binçavkirin û çareseriyek jî bo wan nehatiye dîtin.
Cotkar Ekrem Yavûz: “Me çalakiyek li dar xist ku dengê xwe bigihînin rayedaran lê em hatin girtin û me êşkence dît, erdê me 100 donim e lê deynê me tê 2-3 trilyon ku ez vî erdî bifiroşim jî nikarim bidi. Divê ez bifiroşim û koçber bibim.”
Cotkar amaje dikin ku hemu debara wan li ser çandiniyê ye ku bi pirranî jî pembû, garis û genim dihilberînin û ji bo wan ti rêyek din nîne ku ji xwe re çavkaniyek a dahatê epyda bikin û banga çareseriyê dikin.
Cotkar Fîkret Yavûklû: “30 sal in vî karî dikim ku min tiştek wisa nedît, deynê me 500 hezar be ew bo me 1 trilyon dinivîsin. Li vê kerbelayê elektrîk nebe, jiyan jî nîne.”
Li gundên Wêranşarê pirsgirêka elektrîkê ne tenê di warê çandiniyê de welatiyan mexdur dike, di heman demê de din av malan de jî neyîna elektrîkê bandorê li pêdiviyên jiyana rojane dike ku welatî dixwazin ev mexduriyeta wan bi dawî bibe.
Welatî Melek Demîr: “Elektrîk nebe bo me dibe pirsgirêk ku hemu pêdiviyên xwe em bi elektrîkê dikin, elektrîk nebe debar nabe li vê kerbelayê.”
Li 13 gundên Wêranşarê ji Cejna Qurbanê ve pirsgirêka elektrîkê heye û li van 13 gundan kêmzêde 5 hezar welatî mexdur dibin ku ev yek hem nav malê hem nav zeviyê welatiyan mexdûr dike û banga çareseriyê dikin.