Serokwezîr pîrozbahiyê li Zomê dike: "Kalîteya berhemên Kurdistanê bi cîhanê daye naskirin"

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya bidestxistina xelateke navdewletî li Fransayê, pîrozbahî li rêveberî û hemû xebatkarên Kompaniya "Zom"ê kir û ev serkeftin wek "şanaziyeke niştimanî" binav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di nameyekê de pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî Kompaniya Zomê kir ku roja 5ê Mijdarê, li Parîsa paytexta Fransayê ji aliyê koma cîhanî ya (TOP/COM) ve xelata navdewletî ya "2026 Consumer GRANDS PRIX" wergirtiye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rola Kompaniya Zomê ya di pêşxistina kerta hilberîna navxweyî, afirandina derfetên kar ji bo xelkê herêmê, piştgirîkirina gundiyan û bilindkirina kalîteya berhemên Kurdistanê di asta cîhanî de bilind nirxand.

Mesrûr Barzanî di beşeke din a nameya xwe de tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser piştevaniya xwe ya bo projeyên niştimanî berdewam be, bi mebesta bidestxistina geşepêdana aborî û danasîna zêdetir a berhemên xwemalî li qada navneteweyî.

Kargeha Zomê ya ji bo berhemên şîrî, yek ji mezintirîn projeyên çandinî û ajaldariyê ye li Herêma Kurdistanê ku kargeha wê ya sereke li gundê Jajûk ê ser bi qezaya Mêrgesorê ye. Kevirê bingehîn ê kargehê di sala 2020an de hatibû danîn û di gulana sala 2023an de bi awayekî fermî ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatibû vekirin.

Armanca sereke ya vê projeyê berhevkirina şîrê ajaldarên deverê ye bi riya bi dehan navendên wergirtina şîr. Ev pêngav bûye çavkaniyeke girîng a aborî û dahatê ji bo bi hezaran malbatên gundî û her wiha bi sedan derfetên kar jî çêkirine. Kompanî berhemên xwe yên organîk ên mîna mast, şîr, penîr û qeymaxê bi kalîteyeke herî bilind pêşkêşî bazarê dike û beriya niha jî çendîn xelatên navxweyî û navneteweyî ji bo baştirîn berhema xwecihî wergirtine.