Pisporê keşnasiyê: Dibe ku meha Tîrmehê pileya herî bilind a germahiyê bê tomarkirin

Pisporekî warê keşnasiyê yê Amerîkî ragihand, îhtîmal heye meha Tîrmeha îsal (2023) pileya herî bilind a germahiyê were tomarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Pisporekî warê keşnasiyê yê Amerîkî ragihand, îhtîmal heye meha Tîrmeha îsal (2023) pileya herî bilind a germahiyê were tomarkirin.

Pisporê keşnasiyê di hevdîtina ligel rojnamevanan de ku ajansa NASAyê rêk xistibû, ragihand, bilindbûna pileyên germahiyê gelek bi zelalî tê hîskirin û guherîn bêwêne ne.

Herwiha eşkere kir, pileyên germahiyê li her derê cîhanê bilind bûye, ew çaverê dikin ku ew germa li ser dinyayê berdewam bibe.

Tekez jî kir ku bi rêjeya ji sedî 50 egera wê yekê heye ku îsal 2023 sala herî germ a jiyana mirovahiyê bibe, herwiha tê pêşbînîkirin ku sala bê germtir bibe.

Hişyariya wê yekê jî da ku bilindbûna pileyên germahiyê berdewam dibe, bi taybetî li beşên cuda yên Ewropa, Asya û Amerîkaya Bakur ku dibe sedema dirustbûna şewatên daristanan û mirina çendîn kesan.