Hêzên Ewlekariya Hundirîn mîrekî DAIŞ′ê li Dêrazorê girt
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir, hêzên wan ên taybet ′HAT′ bi operasyoneke taybet mîrekî DAIŞ′ê girt.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan yên taybet sibeha 22ê Tîrmehê, li gundewarê rojhilatê Dêrezorê mîrekî DAIŞ′ê girt.
Diyar kir jî, ev operasyon bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hatiye kirin ku tê de ligel girtina wî mîrê DAIŞê, çekên ku di destê wî de hebûn, hatin desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, piştî lêkolînên destpêkê bi dawî bibin, ew mîrê DAIŞê dê radestî dadgehê were kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir jî, hêzên wan di meha Tîrmehê de çend kes û mîrekî DAIŞ’ê girtine.
Ev di demekê de ye, Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê meha borî ragihandibû ku bi dehhezaran çeteyên DAIŞê di zîndanên wan de girtî ne û ev yek li ser mile wan bûye barekî giran, êdî ew ê dest bi dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê bike.