Asta ava Gola Wanê careke din daket

Zengila metirsiya ziwabûnê, vê carê bo Gola Wanê lê dide.

Navenda Nûçeyan (K24) - Zengila metirsiya ziwabûnê, vê carê bo Gola Wanê lê dide. Gola Wanê ku bi berfa zivistanê û baranên biharê pirr bûbû, ji ber germa û hilmê dîsa kêm bû. Pisporên erdnîgariyê hişyariya kêmtirbûna avê didin.

Gola Wanê ku bi berfa zivistanê û baranên biharê pirr bûbû, ji ber germa û hilmê dîsa kêm bû.

Pisporekî erdingariyê ji Zanîngeha Wanê hişyariya kêmtirbûna avê dide û di wê baweriyê de ye ku hilma li navçeyê dê dijwartir bibe û ev e jî dê ava golê kêmtir bike.

Mamosteyê Zanîngeha Wanê Prof. Dr. Faruk Alaeddînoglu dibêje: “Ev 15-20 roj in, em dibînin ku germaya li navçeya golê zêde bûye û rojane dinya tav e. Ev e jî hilma li golê dijwartir dike. Di mehên pêşiya me de, ava li golê dê kêmtir bibe. Ji ber ku gelek lêkolîn diyar dikin ku, dê îsal havîn dirêj bibe. Ger dirêjbûna havînê bandora xwe golê jî bike, dê vekişîn zêdetir bibe.” 

Kêmbûna Gola Wanê dihat çaverêkirin û berî niha jî gelek hişyarî û banga wergirtina rêkaran hatibû kirin. Germahiya gerdûnî wekî bandora sereke ya ziwabûnan tê dîtin.

Mamosteyê Zanîngeha Wanê Prof. Dr. Faruk Alaeddînoglu diyar dike: “Dinya roj bi roj germtir dibe. Germahiyên li okyanusan jî germahiya dinyayê zêdetir dike. Lewma vekişîna golan dê zêdetir bibe û bandora vê dê li navçeya Gola Wanê jî bike. Bi taybet di pênç salên pêşiya me de, em dê germahiyên dijwartir bibînin.”

Pirsa ziwabûna golan li Wanê mijareke nû nîne û sala par Gola Xwê, pêr jî Gola Spî bi temamî ziwa bûbûn.

Fly Erbil Advertisment