Meşa ji bo Kurdî ya ji Stenbolê heta Enqerê hat qedexekirin

Meşa Parêzerê Kurd Suphî Ozgen ji hêla Parêzgariya Stenbolê wek dijî qanûna xwepêşandanan hat dîtin û hat qedexekirin.

Stenbol (K24) - Parêzerekî Kurd di salvegera Peyama Lozanê de ji bo ku balê bikêşîne ser mafên kulturî yên Kurdan û zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehî li Tirkiyeyê ji Stenbolê heta Enqereya paytexta li vî welatî, xwest bimeşe, lê meşa wî ji hêla Parêzgariya Stenbolê wek dijî qanûna xwepêşandanan hat dîtin û hat qedexekirin. Parêzerê Kurd ragihand ji bo betalkirina biryara qedexeyê serî li dadgehê dê bide da ku meşa wî biçe serî.

Parêzerê Kurd Suphî Ozgen bi nivîsa “Ji bo Kurdî” ku bi 4 zimanan; Kurdî, Tirkî, Îngilizî, Erebî li ser cilê xwe nivîsî xwest ku di salvegera Peymana Lozanê de bi mebesta zimanê Kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê perwerdehî ji Stenbolê heta Enqereyê, rêya 450 kîlometreyê di vê germa havînê de bimeşe.

Lê li qada Siltan Ehmedê ya Stenbolê ku cîhê destpêka meşê bû bi sedan polîs derûdora wî girtin, nehiştin ku ew bimeşe. Li gor kaxiza polîsan nîşanî wî da parêzgariyê biryar daye ku ev meş li dijî qanûna xwepêşandana civakî ye û dibe ku bûyerên nexweş rû bide, loma meş hat qedexekirin.

Li gor Ozgen biryar derhiqûqî ye û ji bo betalkirina biryarê dê îtîraz li dadgehê bike.

Parêzer Suphî Ozgen ji K24ê re ragihand: “Mafê parêzgariya Stenbolê tune ye ku meşa min a sivîl a ji bo zimanê Kurdî ez pêk tînim û bigihînim rojeva rayedarên li Tirkiyê, li welatên din ên cîhanê qedexe bike. Ji ber vê ev biryar nehiqûqî ye û ez ê doz lê vekim.”

Qedexekirina çalakiya sivîl a ji bo zimanê Kurdî li ser mafên kulturî yên kolektîf wek fişarek sîstematik di nav civaka Kurd de tê dîtin.

Niştecîhê Kurd ê Stenbol Xiyasettîn Abûşak ji K24ê re diyar kir: “Rast e hinek maf hene lê mafên kulturî bi taybetî li ser zimanê Kurdî di makezagonê de nehatiye nivîsin. Divê garantiyeke yasayî bo Kurdî were dayîn. Meşeke wiha jî dê bala xelkê û rayedaran dê bikişanda ser vê mafê mirovî ku pêk bihata.”

 

 

Fly Erbil Advertisment