Li sê bajarên Tirkiyê agir daristanan ketiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li sê bajarên Tirkiyê agir daristanan ketiye û heta niha jî nehatine vemirandin.

Li gor zanyariyan li bajarên wekî Antlayayê, Manîsayê û Mereşê agirekî mezin li daristanan ketiye û ji duh derengê şevê heta niha tîmên agirkijûjiyê hewla vemirandina agirî didin.

Li Antalyayê agir li bajarokên wê yên geştiyariyê Kaşê û Kemerê ketiye û tîmên agirkûjiyê ji asiman ve hewla vemirandinê didin.

Li Manîsayê jî 10 balafir, 19 helîkopter û dehan wesaît beşdarî xebatên kontrolkirina agirî dibin, lê heta niha jî hewlên wan bêencam maye.

Li Mereşê jî agirî zerer gihandiye 30 hektar zeviyan.