Agirê li darisatanên Antalyayê 4 roj in venemiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Agirê ku li darisatanên Antalyayê ketiye, tevî hemû hewlan, ev çar roj in nehatiye vemirandin.
Li bajarokê Kemerê yê Antalyayê ku navçeyeke geştiyariyê ye, roja Duşemê agir bi daristanê ketibû û ev çar roj in digel hemû hewlên tîmên agirkûjiyê û ewlekariyê agir nehatiye kontrolkirin.
10 balafir, 27 helîkopter û nêzikê 100 wesaît û 654 karmendên agirkûjiyê di xebatên vemirandina agirî de cih digrin.
Herwiha Wezareta Rewşên Awarte ya Rûsyayê jî ragihand, du balafirên wan beşdarê xebatên vemirandina agirê li Kemerê dibin.