Kompaniyên petrolê yên li Herêma Kurdistanê daxwaza destpêkirina hinardeya petrolê dikin

Hewlêr (K24) – Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) daxwaz dikin ji bo destpêkirina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê li Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê lez bikin, ku nêzîkî çar meh in rawestiyaye.

Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê ku endamên wê ji kompaniyên DNO, Genel Energy, Gulf Keystone Petroleum, HKN Energy û Shamaran Petroleum pêk tê, ragihandin ku di sala 2023an de plana xerciyên xwe li Herêma Kurdistanê bi nêzîkî 400 dolar kêm kirine.

Her wiha diyar kiriye, bêyî ku dilniya bibin ji wê yekê ku kengî hinardeya petrolê dest pê dike, endamên komeleyê neçar bûn pêngavan biavêjin ji bo kêmkirina xerciyan, ku ev jî bi derkirina bi sedan karmendan ji karên wan, pêk hat.

Nêzîkî 1700 karmendên endamên Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê welatiyên Herêma Kurdistanê ne, ku di nav wan de derçûyên zanîngehan û kesên pîşeger hene.

Komeleya APIKUR di sala 2023an de ji aliyê kompaniyên navdewletî yên petrol û gazê ve hat damezrandin, ku li Herêma Kurdistanê kar û çalakiyên wan hene, bi armanca pêşxistina Herêmê wek cihekî balkêş ji bo kompaniyên navdewletî yên petrol û gaz û pêşkêşkarên xizmetguzarî û veberhêneran.

Ji 25ê Adara borî heta niha hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê rawestiyaye, li gor rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, pêwîst e Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol radestî Somo bike, li hember vê jî, mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve werin dabînkirin.