Şewatên daristanan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê zêde bûne
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi bilindbûna pileyên germê re şewatên daristanan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê zêde bûne. Li Çewlîg, Licê û Cûdî û her weha dehê zêdetir deverên Tirkiyê şewat didomin. parlamenterên HDPê dibêjin, desthilat bi heman hestiyariyê li Tirkiyê, nêzîkî şewatên Bakurê Kurdistanê nabe her wiha şewata li çiyayê Cûdî ji hêla leşkeran ve hatiye derxistin û rê naye dayîn gundî û çalak şewatê vemirînin.
Pileyên germê, tenê li bajaran bêhna mirovan naçikînin, di heman demê de dibin sedemê şewatên mezin û demdirêj. Li bajarên Bolu, Denîzli, Manîsa, Mugla, Îzmîr û gelek deverên din şewat didomin. Tîmên vemirandinê li esman û erdê karên xwe didomînin.
Li Bakurê Kurdistanê, bi rojane şewata daristanên Çewlîg û Licê didome. Hewlên vemirandinê li Çewlîg û Licê bi awayeke lawaz didomin ku dibe sedemê ziyanên mezin.
Şewata Çiyayê Cudî ku beriya çend rojan dest pê kiribû didome. Lê hin dîmenên ku dikevin torên civakî leşkerên Artêşa Tirkiyê ku li navçeyê ne dibêjin, ew şewat bi avêtina guleyên top û hewanan derketiye ku bi rojane didomin. Parlamenterên YSPê yên Şirnexê jî didin xuyakirin, şewat ji hêla leşkeran ve hatiye derxistin û rê naye dayîn ku gundî û jîngeparêz agirê vemirînin.
Pirseke din a jîngeh û daristanan li navçeya Mîlas ya Muglayê didome. Kompaniyeke Tirkiye bi armanca dîtina madenê moleta birîna daristanê wergirtiye û gundiyên Akbelen û çalakên jîngeparêz bo astengkirinê hemû hewlan didin.
Hewlên astengkirinê di navbera çalak û hêzên leşkerî dibe sedemê pevçûnan. Leşkerên ku parastina kompaniya birîna daran dikin, hemberî çalak û gundiyan gazên rondikrêj û ava tund bikartînin. Li gor agahiyan di encamê de 20 kes hatin binçavkirin.
Serokê Giştiyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, hejmarek parlamenterên Partiya Karkerên Tirkiyê û Partiya Demokratika Gelan HDPê piştgirî didin çalakiyan.