Li Diyarbekirê di encama bûyereke hatûçûyê de 5 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê di encama bûyereke hatûçûyê de pênç kes birîndar bûn, rewşa du ji wan giran e.

Li ser riya Riha û Diyarbekirê li nêzikî komlegeha taybet bi polîsan a Diyarbekirê, minîpasek xwe li ser sê otomobîlan da. Di encama bûyerê de pênç kes birîndar bûn.

Bîrîndar ji bo nexweşxaneyê hatin rakirin û li gor zanyariyan rewşa du birîndaran giran e.