25 kîlo madeyên hişbir hat desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir daxuyand, di çend operasyonên cuda de, (25) kîlo madeyên hişbir hat desteserkirin.

Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir îro di daxuyaniyekê de ragihand, tîmên wan di çend rojên borî di sê operasiyonan de dest danîne ser (25) kîlogramên madeyên hişbir û hebên Captagon, (5) bazirganên madeyên hişbir girtin.

Da zanîn, di operasyona yekem de, piştî hevahengiya ligel Rêveberiya Nehîtina Madeyên Hişbir ya Hikûmeta Iraqa Federal, (10) kîlo madeyên hişbir û (1) kîlo hebên Captagon ligel (2) bazirganên mezin hatin girtin.

Di operasiyona duyem de, piştî komkirina zanyariyan û lêkolînên hûr, karîn (7) kîlogramên madeyên hişbir û (2) bazirganan bigirin.

Di operasyona sêyemîn de jî, (7) kîlogram toça ku bi heşîş û marijuana têkel bi bazirganekî re hatin girtin.

Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir bal kişande ser wê yekê ku hemû tometbar dê bên darizandin.