Bangewazî.. Ciwanekî Kurd li Sirbistanê winda bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji 5 rojan ve pêwendî bi ciwanekî Kurd ê Rojavayê Kurdistanê re li Sirbîstanê re nemaye û malbata wî banga alîkariyê dike.
Raman Ferhan Îbrahîm xortekî 23 salî ye û xelkê Qamişlo ye, berî 5 rojan gihîşt Sirbistanê û ji wê demê ve pêwendî pê re nemaye.
Malbata Raman ji K24ê re ragihand, ji roja 28ê Tîrmehê ve ti agahiya wan li ser Raman negihîştiye wan û ew ditirsin ku tiştekî xirab li Sirbîstanê hatibe serê wî.
Li gorî malbata Raman, kurê wan herî dawî li herêmeke nêzî bajarokê Pîrot li ser rêya 221 a li nêzî xeta leşkerî hatiye dîtin.
Malbata wî xortê Kurd bi riya K24ê bang li her kesî û alî dikin ku kir ku eger agahiya wan li ser Raman hebe, pêwendiyê bi wan re bikin.