Çîn bikaranîna telefon û înternetê di dema şevê de li zarokan qedexe dike

Li Çînê yasayeke nû hatiye danîn ji bo kesên ku temenê wan li jêr 18 salî ne, ku ji 22:00 şevê heta 06:00ê sibê, bikaranîna telefon û xeta înternetê qedexe dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Çînê yasayeke nû hatiye danîn ji bo kesên ku temenê wan li jêr 18 salî ne, ku ji 22:00 şevê heta 06:00ê sibê, bikaranîna telefon û xeta înternetê qedexe dike, di nava rojê de jî tenê dikarin di demeke diyarkirî de telefonê bi kar bînin.

Her wiha kesên ku temenê wan 16 û 17 salî ye, dikarin rojane tenê 2 demjimêran telefon û înternetê bi kar bînin, zarokên ku temenê wan li jêr 8 salî ye, nabe dema bikaranîna telefonê ji 40 xulekan derbas bike.

Ev yasa ji aliyê Rêveberiya Sayber a Çînê ve hatiye pêşniyarkirin û armanca wê têkoşîna li hember alûdebûna bi telefonê ye, wisa biryar e ku ji meha Îlona îsal ve, ev biryar biçe warê cîbicîkirinê.

Her wiha dayîk û bavên zarokan di pabendbûn û nepabendbûna vê yasayê de azad in.