Almanya û Îtalya pêşwaziyê li diyarkirina dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dikin

Konsulxaneya Giştî ya Almanya û Balyozxaneya Îtalyayê ya li Bexdayê di du twîtên cuda de pêşwazî li diyarkirina dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kirin.

Hewlêr (K24) – Konsulxaneya Giştî ya Almanya û Balyozxaneya Îtalyayê ya li Bexdayê di du twîtên cuda de pêşwazî li diyarkirina dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kirin.

Balyozê Îtalyayê yê li Bexdayê di twîtekê de ragihand, ew pêşwaziyê li biryara Serokatiya Herêmê dikin ji bo diyarkirina dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dikin ku 25ê Sibata 2024an destnîşan kirine.

Balyozê Îtalyayê yê li Bexdayê daxwaza hilbijartineke azad û dadperwerane dike û ragihand, mafê dengdanê bingeha demokrasiyê ye û derfeteke bi nirx e ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê, da ku dengê xwe bigihînin.

 

Ji aliyê xwe, Konsulxaneya Giştî ya Almanyayê ya li Hewlêrê ragihand, pêşwaziyê li biryara Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo diyarkirina dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dikin.

Konsulxaneya Giştî ya Almanyayê ya li Hewlêrê ji hemû aliyan daxwaz kir ku beşdariya wan a avaker hebe ji bo dilniyabûna ji encamdana hilbijartineke azad û dadperwerane û giştgîr di dema guncaw de.

-

Ji bilî Almanya û Îtalyayê, îro Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê û Konsulxaneya Giştî ya Holandayê ya li Hewlêrê her yek cuda ragihandin, ew piştevaniya diyarkirina dema encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dikin.

Duh Pêncşemê 3ê Tebaxa 2023an, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê roja 25ê Sibata 2024an wek roja encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir û hemû alî raspartin ji bo encamdana rêkarên pêwîst.