Li Diyarbekirê ji bo zarokan bernameya bêhnvedanê

Şaredariya Yenîşehîra Diyarbekirê xebatek ciyawaz dimeşîne. Şaredarî, ji bo zarokên di jiyana xwe de qet neçûne tatîlê ango bêhnvedanê bernameyeke taybet li dar dixe.

Diyarbekir (K24) - Şaredariya Yenîşehîra Diyarbekirê xebatek ciyawaz dimeşîne. Şaredarî, ji bo zarokên di jiyana xwe de qet neçûne tatîlê ango bêhnvedanê bernameyeke taybet li dar dixe. Zarok li nêzîkî bajêr di nava xwezayê de bi çalakiyên cûrbicûr 3 rojan li gel hevalên xwe şahiyê dikin.

Şaredariya Yenîşêhîrê ya navçeya navendî ya Diyarbekirê ye bo zarokên ku derfeta wan têrê nake biçin tatîlê ango bêhinvedanê derfeta tatîlê dabîn dike. Ev tatîl di bin çavdêriya mamosteyan de 3 rojan di nava xwezayê de  didome û zarok di konan de dimînin.

Zarokên temenê wan navbera 8-15ê de ye bi rêya malbatên xwe dikarin serî li vê bernameyê bidin. Amadekarên vê projeyê didin zanîn ku heta niha 800 zarokan bo beşdariyê serîlêdan kirine û kom bi kom beşdarî pêk tê ku her komek ji 34 kesan pêk tê û bername dê heta îlonê bidome ku armanc ew e heta dawiya bernameyê 1500 zarok ji vê derfetê sudê werbigrin.

Mamoste Mehmet Ulaş ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Me xwest ku zarokên ji aliyê aboriyê ve derfeta wan nîne biçin bêhnvedanê bînin vê derê û demeke xweş bi wan bidin derbaskirin.”

Mamoste Firat Uygur jî ragihand: “Zarokên ku beşdarî vê çalakiyê dibin hem şahiyê dikin û hem jî ji bo wan diyarî tên dayîn. Amûrên ku di bêhnvedanan de tên bikaranîn bo zarokan wek diyarî tên dayîn.”

Zarokên beşdarî bernameyê dibin hem şahiyê dikin û hem jî werzîşê dikin ku amaje dikin bo wan demek gelek girîng e ku li gel hevalên xwe derketine betlaneyek wisa rengîn. Zarokên ku qet neçune geşta bêhinvedanê dibêjin bo wan bîranînek hêja ye.

Zarokekê diyar kir: “3 roj in ez li vê derê me, bi hevalên xwe re sohbet dikim, werzîşê dikim, voleybol dileyzim.”

Her wiha zarokeke din jî dibêje: “Ev der gelek xweş e. Ez qet neçûbûm betlaneyê. Kêfxweş im ku li vê derê me.”

Zarokek jî dibêje: “Bû 3 roj ez hatime vê derê. Em dilîzin. Xweş e. Ez qet neçûbûm betlaneyê.”

Mamoste balê dikêşin zarok çiqasî zû xwezayê binasin û nava xwezayê de dem derbas bijin ewqasî bo perwerdehiya wan sûdmend e.