Li Koreya Bakur ji xelkê tê xwestin di dema lehiyê de wêneyên "Kim" biparêzin
Rayedarên Koreya Bakir ji xelkê daxwaz dikin, di egera rûdana lehiyê de li wêneya Kim Jong-Un miqate bin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarên Koreya Bakir ji xelkê daxwaz dikin, di egera rûdana lehiyê de li wêneyên Kim Jong-Un miqate bin.
Li Koreya Bakur bahozeke mezin nêzîk dibe, Partiya Karkeran a desthilatdar a Koreya Bakur hişyarî da xelkê ku di egera dirustbûna lehiyê de bala wan li ser rizgarkirina wêneyên Kim Jong-Un û wêneyên bavê wî be.
Partiya Karkeran a Koreya Bakur eşkere kiriye, çendîn serbaz û xwebexş ji bo rizgarkirin wêne û peykerên Kim Jong-Un li cihên giştî hatine amadekirin.
Tê pêşbînîkirin ku bahozeke mezin di çend rojên bê de Koreya Bakur bigre û li navçe û bajarên cuda jî egera dirustbûna lehiyê heye.