Polîsekî Tirk ku li bakurê Sûriyê birîndar bûbû canê xwe jidest

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsekî dijî terorê yê Tirkiyê ku li navçeyeke bakurê Sûriyê birîndar bûbû, canê xwe jidest.

Rêveberê Polîsa Giştî yê Tirkiyê bi riya hesaba xwe ya medyaya sosyal ragihand, polîsekî wan ê dijî terorê ku meha borî li navçeya “Operasyona Mertala Firatê” di encama bûyerekê hatûçoyê de birîndar bûbû, canê xwe jidest daye.

Roja 2ê Tîrmeha borî de li navçeya Operasyona Mertala Firatê otomobîleka zirxpoş a Tirkiyê wergeriyabû û di encamê de polîsek birîndar bûbû.