Li Yozgatê otobusa rêwiyan wergeriya: 12 mirî, 19 birîndar

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Yozgatê yê Tirkiyê di encama bûyerekê hatûçoyê de, 12 kesan canê xwe ji dest dan û 19 kes jî birîndar bûn.

Otobusta ku ji bajarê Stenbolê birê ketibû, li bajarokê Sorgunê yê ser bi bajarê Yozgatê ji rê derket û wergeriya.

Di encama bûyerê de, 12 rêwiyên otobustê canê xwe ji dest dan û 19 kes jî birîndar bûn. Ji birîndaran, rewşa du kesan giran e.

Parêzgarê Yozgatê Mihemed Alî Ozkan derbarê bûyerê de axivî û banga pabendbûna bi rênimayên hatûçoyê kir.