Li Mereşê bi hêza 4.1 pile erdhej rûda

Li navçeya Goksun a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.1 rû da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Goksun a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.1 rû da.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Goksun a ser bi parêzgeha Mereşê, bi hêza 4.1 pile erdhej qewimî.

AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 16:54 xulekan de û 5.17 kîlometre di bin erdê de rûdaye.