Li Kayseriyê bi hêza 4.7 pileyan erd hejiya

Navenda Nûçeyan (K24) – AFAD'ê ragihand ku di demjimêr 13.17'an de li navçeya Sarîz a Kayseriyê bi hêza 4,7 erdhejek rû da.

AFAD'ê ragihand ku erdhej bi kûrahiya 7 kîlometreyan pêk hatiye û bandora wê li parêzgehên wekî Mereş, Meletî û Nûşahirê jî bûye.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya jî di daxuyaniyekê de ragihand, di demjimêr 13:17an de erdhejek bi hêza 4.7an li navçeya Sariz a Qeyseriyê rû da.

Da zanîn jî, hemû tîmên wan yên pêwendîdar, bi taybetî AFADê dest bi xebatên lêgerîna li qadê kirin.