Seroka berê ya Fînlandayê ji K24ê re: Divê civaka navdewletî ji bo pirsa Kurdî alîkar be

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka berê ya Fînlandayê Tarja Halonen ragihand, Kurd baş têdigihin bûyerên cîhanê, ji ber ku xwedî gelek ezmûn in. Herwiha got: “Divê civaka navdewletî ji bo pirsa Kurdî alîkar be.”

Seroka berê ya Fînlandayê Tarja Halonen di dema beşdarbûna xwe di Festîvala Kurdistanê li Fînlandayê de ji K24ê re ragihand. “Hêvîdar im hûn û hemû Kurd bizanibin ku hûn îro li cîhanê ne bi tenê ne û hemû welatên cîhanê piştevaniya Kurdan dikin.”

Seroka berê ya Fînlandayê got jî: “Kurd baş têdigihin bûyerên cîhanê, ji ber ku ew xwedî gelek ezmûn in.”

Herwiha hêvî kir ku civaka navdewletî çareseriyeke berfireh ji bo Kurdan bibîne. Herwiha got: “Divê civaka navdewletî ji bo pirsa Kurdî alîkar be.”

Tarja Halonen siyasetmedareke Fînlandî ye û seroka yazdehemîn a Fînlandayê di navbera 2000-2012an de bû.

Fly Erbil Advertisment