Du mûşek arasteyî kêlgeha gazê ya Kormorê hatin kirin

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, du mûşek arasteyî kêlgeha gazê ya Kormorê ya li qezaya Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê hatin avêtin.

Hewlêr (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, du mûşek arasteyî kêlgeha gazê ya Kormorê ya li qezaya Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê hatin avêtin.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê, mûşek ji Xûrmatûyê hatine avêtin û ti ziyanek derneketiye holê.

Sala borî (2022) di nava pênc mehan de pênc caran mûşek arasteyî kêlgeha gazê ya Kormorê hatin kirin, îsal jî ev cara duyem e ku bi mûşekan kêlgeh tê bombebarankirin.

Kêlgeha gazê ya Kormorê ku di sala 2007an de hatiye damezrandin, dikeve sînorê nahiya Qadir Kerem a ser bi navçeya Çemçemal a Silêmaniyê. Kompaniyên Dana Gas û Hîlala Îmaratî veberhênanê tê de dikin.

Fly Erbil Advertisment