Serok Barzanî û Sûdanî bi telefonê rewşa Kerkûkê gotûbêj kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêşhatên dawiyê yên rewşa ewlekariya Kerkûkê gotûbêj kirin.
Ofîsa Serokwezîriyê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mihemed Şiya tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina hewlên ji bo rêgirtina li têkdana asayîş û aramiya Kerkûkê kirin.
Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina yasayê, da ku aramî û jiyana asayî ya xelkê parêzgehê berdewam bike.
Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji roja 28.08.2023an ve rêya Kerkûk-Hewlêrê girtine, welatiyên Kurd ên Kerkûkê îro Şemiyê 2ê Îlonê nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan didin û daxwaza vekirina rê kirin.
Berdevkê Polîsa Kerkûkê Amer Şiwanî ji K24ê re ragihand, di xwepêşandana welatiyên Kurd ên Kerkûkê de ku daxwaza vekirina rêya Kerkûk – Hewlêrê kiribûn, kesek şehîd bûye û 5 kesên din jî birîndar bûne.