Zêdetir ji milyonek mûçexur bi rêya 'Hejmara Min' mûçeyên xwe werdigirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, zêdetirî milyonek mûçexurên kertê giştî dê mûçeyê meha Cotmehê bi şêwazekî dîjîtalî û bi rêya projeya "Hejmara Min" wergirin.

Projeya "Hejmara Min" di sala 2023an de ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve wekî beşek ji karnameya Kabîneya Nehem hat ragihandin, bi armanca nûjenkirina xizmetguzariyên bankî û berfirehkirina tevlêbûna darayî li seranserê Herêma Kurdistanê.

Li gorî zanyariyên wezaretê, heta niha zêdetirî 1.1 milyon karmend û mûçexurên kertê giştî di vê projeyê de hatine tomarkirin û ji wan jî zêdetirî 1 milyon kesan kertên xwe yên bankî wergirtine.

Di çarçoveya heman projeyê de, ji aliyê bankên pişkdar ve nêzîkî 800 amûrên vekêşana pereyan (ATM) li seranserê Herêma Kurdistanê hatine bicihkirin, da ku welatî karibin bi awayekî berdewam û di nava 24 saetan de mûçe û pereyên xwe rabikêşin.

Biryar e Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta dawîbûna qonaxên projeyê hejmara amûrên ATMê bigihîne zêdetirî 1,000 amûran, ku ev gav bi rêkar û rênimayên Banka Navendî ya Iraqê re jî hevaheng e.